Çîn û Hindistan lihev kirin

di pevçûna navbera wan de 20 leşkerên Hindî hatibûn kuştin
کوردستان TV
100%

Piştî pevçûneke kurt û kuştina çend leşkeran Çîn û Hindistan bo çareser kirina kêşeyan lihev kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Çîn û Hindistanê bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî yên li ser sînor di navbera xwe de, lihev kirine.

Îro jî Netewên Yekgirtî hayedarî dabû wan her du welatan ku lazime haya wan ji rewşa ewlekariya deverê hebe û kêşeyên xwe bi danûstanê çareser bikin.

Weke tê zanîn beriya du rojan di sînorê navbera Hindistan û Çînê de jiber kêşeyeke sînorî pevçûn qewmî bû û herî kêm 20 leşkerên Hindistanê hatibûn kuştin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.