Hikûmet nîqaş li ser tapo kirina erd û xaniyan dike

vê bo qerebû kirina welatiyan lez were kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokatiya civîneke taybet ya bo giftûgo kirin li ser tapo kirina erd û xaniyan kir û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser naveroka civînê Serokwezîr li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 16/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna taybet bi tapo kirina erd û xaniyên kart û yekeyên nîştecîhbûnê û xizmetgozariyên ev cîhan kir.

Di civînê de giftûgo li ser cuda kirina erdên projeyên nîştecîhbûnê bi mebesta çareser kirina kêşeyên tomar kirina zeviyên nîştecîh bûnê ya wan welatiyan kir ku bi kart ( di şûna tapoyê de kar ji wan re hatiye dayîn) ji şaredariyan wergirtine. Herwiha nîqaş li ser temam kirina karûbarên pêwîst yên bo tapo kirina yekeyên nîştecîhbûnê yên ku bi rêya projeyên hêlbirînê hatine çêkirin kir daku li ser navê xudanên wan bi fermî werin tapokirin.

Di beşeke din ya civînê de giftûgo li ser mijara kom kirin û rêkxistina pereyên xizmetgozarî li gun, bajar û komelgehên nêştecîhbûnê hate kirin û hate gotin ku lazime wenêrîneke cidî bo vê mijarê were kirin bi awayek ku ev xizmetgozariyên han werin rêkxistin daku hevsengî di navbera rewşa jiyan û karîna welatiyan de û parastina curiya (kiwalitiya) wan xizmetgozariyan were çêkirin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin daku bo stendina rêkar û rêçikên taybet yên qanûnî bo qerebû kirina welatiyan ku erdên wan ketine nava nexşeya bajaran û karûbarên pêwîst yên wan hatine kirin û lê heta niha nehatine qerebûkirin, lez were kirin.

Herwiha hate nîqaş li ser qanûn, şîret, biryar û rêkarên taybet yên bi xudantiya wan erdên nîştecîhbûnê ku zêdegavî li ser wan hatiye kirin, di çarçovey qanûna parlementoya Kurdistanê ya bi hijmara 3 ya sala 2019an yaku taybete bi xudantiya wan erdên ku li sînorên şaredariyan zêdegavî li ser wan hatine kirin,  hate kirin û hate gotin ku lazime ev mijar bi awayek be ku li gor berejwendiyên welatiyên kêm dahat be bo nehêştina zêdegaviyan li ser erd û milkên giştî.

Bo wan mebestên han wezaretên têkildar pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û piştî giftûgo û şîrove kirina wan, pêşniyar hatin pejrandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.