Mesrûr Barzanî: Dema Bexda amade be vê serdana Bexdayê bikim

dibêje bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê em amdene
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro duşem 15/6/2020 me pêşwaziya balyoxê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton jî tê de beşdar bû, giftûgo derbarê berfire kirin û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê û mekanîzma çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Me behsa têkiliyên li gel hikûmeta federalî kir û piştgîriya hikûmeta herêma Kurdistanê bo hikûmeta Mistefa Kazimî, bo çareser kirina tevahiya kêşeyan li ser esasê destûra bingehîn diyar kir û her dem ku birayên me li hikûmeta federalî amade bin bo çareser kirina kêşeyên navbera me bi awayekî dadmendane vê demê ez jî amademe serdana Bexdayê bikim.

Balyozê Brîtanyayê li Îraqê amade bûna welatê xwe bo hevkarî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo li hev nêz kirin bi mebesta çareser kirina hertimî ya kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir û go: Îraq û herêma Kurdistanê dost û hevpeymanên mene û em dixwazên di rewşa dijwar ya niha de hevkariya wan bikin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.