Nêçîrvan Barzanî: Ev bûyer hîmayeke bo rewşeke gelek metirsîdar

dibêje lazime pêngavên pêwîst bo parastina wan deveran werin avêtin
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser welatiyên Kurd li Xaneqîn û derdorê peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsandiye: Weke beriya niha jî me çend caran diyar kiriye, berdewamiya rewşa heyî ya li wan deveran gefeke mezine li ser ewlekarî, asayîş û bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên ku li deverên madeya 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê de dijîn.

Ev demeke gelek dirêje ku rewşeke gelek metirsîdar li wan deveran de heye û gefa kuştin, girtin, revandin û der kirin ji mal û milkên wan, li ser tevahiya pêkhateyên wan deveran heye , bi berdewamî berhemên wan yên çandinî jî têne şewitandin û ev yek jî gelek metirsîdare.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku beriya niha çend caran huşdarî li ser metirsîdar bûna rewşa wan deveran daye, lewre lazime bo parastina asayîşa wan deveran û parastina can û malê şêniyên wan devera pêdivî bi mekanîzmeke çalak ya di navbera hikûmetea herêmê û hikûmeta federalî û herwiha pêdivî bi piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna DIŞIê heye jiber ku terorîst boşatiya ewlekarî yaku li deverê de heye bo xwe bikar tînin.

Barzanî êrîşa herî dawî ya terorîstên DIŞIê bo ser du gundên Kakeyî ku di encam de 7 welatî şehîd bibûn weke mînaka herî dawî ya metirsîdar bûna rewşa wan deveran bilêv kiriye û dibêje lazime pêngavên bilez bo pêşî girtin ji dubare bûna bûyerên wan werin avêtin.

Serokê herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdan kiriye û êrîşa han jî bi tundî mehkûm kiriye.

N: E.G

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.