Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin
کوردستان TV
100%

Êwara duhê yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa belav bûna Koronayê û rewşa dawî ya belav bûn û rêkarên taybet yên bo rûbirû bûna Koronayê li Kurdistan û Îraqê de hate kirin.

Herwiha behsa bandorên Koronayê li ser abûriya cîhan, Îraq û Kurdistanê jî hate kirin.

Mijara ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê ya bi Serokatiya Mistefa Kazimî, bernameya hikûmetê, kêşe û astengiyên berdem hikûmeta nû ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga navbera her du aliyan ya bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê jî di heman civînê de hatin nirxandin.

Her du alî behsa metirsiyên dubare serîhildana terorîstên DIŞIê û zêde bûna liv û tevgerên terorîstan li Îraq û deverê kirin û tekez li ser giringiya hevkarî û hemahengiya navbera hêzên hevpeymanan li gel hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ya bo rûbirû bûna DIŞIê kirin.

Di dawiya civînê de behsa rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û pêşde birina wan têkiliyan jî hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.