Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîteya geşe pêdana kerta taybet civiya û piştî civînê jê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 14/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna taybet ya geşe pêdana kerta taybet û pêdaçûn û ji nûve rêkxistina sîstema bacan kir. Giftûgo derbarê pêşde birina kerta taybet û organîze kirina bazara kar û wenêrîn kirin bo zagonên têkildar bi kar û destebera civakî ya ewin ku di kerta taybet de kar dikin hate kirin. Bo vê yekê jî bi biryara civata wezîran komîteyeke taybet hat avakirin.
Wezîrê pilandanan û berpirsê komîteyê raportek pêşkêş kir ku tê de derfet û astengiyên heyî yên bo handana xelkê bo kar kirin di kerta taybet de hatibûn diyarkirin.
Her di vê çarçoveyê de rêçare, steratejî û pilanên cîhbicîh kirinê hatine eşkerekirin û di vê warî de bernameya şeraket anjî hevbeşiya navbera kerta taybet û kerta giştî hatin nirxandin ku ev demeke dirêj bû wezaretên têkildar kir li ser vê dikirin û biryare di wan demên nêz de pêşkêşî civîna civata wezîran bo pejrandinê were kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de nîqaş derbarê dubare organîze kirin û wenêrîna taybet bi sîstema bacan kubeşeke ji bernameya kabîneya nehan bo reforman di warê dahat û organîzekirina dahatan ku hevsenge li gel reforman di xerciyan û warê îdarî de.
Bo vê yekê Sekreterê civata wezîran û berpirsê vê komîteyê ku bo vê mebestê pêk hatiye raporta komîteyê ya taybet bi bacan pêşkêş kir û tê de balkêşande ser astengiyên berdem geşe kirina sîstema baş bi taybetî di warê projeyên mezin yên enerjî, torên peywendî û projeyên nîştecîhbûnê.
Piştî nîqaş û giftûgoyan, biryar hate dayîn daku ev projeya han bi nêrîn û têbîniyên zêdetir were zengînkirin bi armanca ji nûve sazmandehî kirina baş bi awayek ku di xizmeta berejwendiyên giştî de be û bibe çavkaniyeke berçav ya dahatê.
Ev yek jî beşeke ji hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo pir reng kirina çavkaniyên dahat û sazmandehî kirina dahatên ne ji petrolê. Herwiha projeya lêxweşbûn ji bacan di çarçoveya zagonan de û cîhbicîh kirina mekanîzma nû ya hijmartina bacan û sazmandehî kirina karê jimêriyariya qanûnî bo pêşî girtin ji xwe veşartin ji dana bacan jî liber çav hate derbazkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin