Dîsa êrîşî navenda leşkerî ya Tacî hate kirin

êrîş duhê bi şev pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Komîteya çapemeniyê ya şer ya Îraqê belav kir ku duhê bi şev dîsa êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya han duhê bi şev çekdarên nenas du mûşekên ji têşeya Katûşiya ji taxa Nesrî ya li Bakûrê Bexdayê avêtine navenda leşkerî ya Tacî yaku hêzên Amerîkî tê de dimînin.

Komîteyê eşkere kiriye ku ti zirareke canî û madî ya vê êrîşî nebûye.

Weke tê zanîn ev çend care êrîşî vê navenda han ya leşkerî û navendên din yên hêzên Amerîkî li Îraqê tê kirin û Amerîka jî berpirsiyartiya wan êrîşan dixe stûya çekdarên ser bi Îranê .

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.