Li gor zaniyariyên berdest duhê Îran hêzeke gelek zêde şandiye ser sînor.
Hewldanên Îranê yên bo militarize kirina deverên Kurdî didomin û di vê çarçoveyê de Îranê berdewam li ser şandina hêzên leşkerî bo deverên curbicur yên Kurdistanê.
Di vê warê de ajnasa kurdpa belav kir ku duhê înê, spaha Pasdaran ya Îranê hêzeke gelek zêde ku ji yekîneyên topxane, Katûşiya û çekên giran pêk hatiye şandiye ser sînorên Kurdistanê li devera Şino û Pîranşarê.
Jêderê behsa vê yekê kiriye ku ev yekîneyên han li wan navendên leşkerî yên nû yên spaha pasdaran yên ku li ser sînorê Kurdistanê hatine avakirin, hatine bicîhkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin