Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Silêmanî ragihand ku 4 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor zaniyariyên ku Peymanêrê Kurdistantv yê li Silêmanî dane, îro birêveberatiya tendirostiya Silêmanî eşkere kiriye ku 4 berketiyên din yên Koronayê piştî demeke çavdêriya nûjdarî li nexweşxaneyên vê bajarê, canê xwe ji dest dane.
Temena wan her çar welatiyan di navbera 60 heta 70 salane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 37 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin