Komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê 7 biryarên nû da

di civînê de 7 biryarên nû hatine dayîn
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 10/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna komîteya binlind ya wezarî ya bo rûbirû bûna Koronayê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û wezîrên têkildar amade bûn, giftûgo derbarê rewşa dawî ya belav bûna Koronayê li herêma Kurdistanê hate kirin.

Di destpêkê de wezîrê navxwe raporta xwe pêşkêş kir û pişt re jî wezîrê tendirostî raporteke hûr û kûr derbarê belav bûna zêde ya Koronayê û zêde bûna hijmara berketiyan û qurbaniyan pêşkêş kir ku tê de çend daxwaz û pêşniyar jî hebûn.

Piştî şîrove kirin û lihev veguhastina nêrînan derbarê rewşa tendirostî de, komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê ev biryarên hand an.

Yekem:  Berdewam bûn li ser şîretên xweparêziyê û qerentîne kirin, çareser kirin û pêşkêş kirina xizmetgozariyên tendirostî bo kesên berketî, torîstan û bi tevger kirina hewldanên heyî yên bo huşiyariya tendirostî  û xweparêzî li hember Korona û wenêrîn kirin bo cîhbicîh kirina şîretên tendirostî ji aliyê welatiyan ve.

Du: Ferizkirina bestina demamikan( mask) di nava tevahiya dezgehên fermî û giştî de bo tevahiya wan welatiyên ku serdana fermangeh, dezgeh û cîhên giştî dikin û her kesek jî vê yekê cîhbicîh neke vê rêkarên qanûnî li hember vî werin cîhbicîhkirin.

Sê: Xerc kirina beşeke din ji bûdceya taybet ya xerciyên rûbirû bûna Korona bi qasî 5 miliyar dinar bo wezareta tendirostî bi mebesta dabeş kirin li ser dezgehên tendirostî li parêzgeh û îdareyên ser bi xwe yên herêmê.

Çar: Wezaret û aliyên têkildar lazime asankariyên pêwîst pêşkêşî kargehên çê kirina masik û alawên din yên xweparêziyê bikin daku bikaribin bi curiyeteke baş û buhayeke goncaw berhemên xwe amade bikin û bigehînin welatiyan.

Pênc: Rê dan bi wezareta tendirostî bo zêdetir kirina xizmetgozariyên cerbandingehan û danîna mekanîzimên nû yên pêwîst bo diyar kirina kesên ku bi Koronayê dikevin, ev yek piştî pişt rast bûna wezareta tendirostiyê tê ji dabîn kirina tevahiya pêdiviyên pêwîst û curiyeta wan ya baş, tevahiya cerbandingehên ser bi wezareta tendirostî bi awayeke raste rast berdewam dibin li ser rêkarên cerbandinan bo diyar kirina Koronayê di çarçoveya bernameya berdewam ya wezareta tendirostiyê bo lipeyda çûn û dîtina kesên ku bi Koronayê dikevin û kesên ku goman heye bi Koronayê ketine.

Şeş: Pîwerdar kirina her du wezaretên navxwe û tendirostî û herwiha fermangeha têkiliyên derve bo têkilî danîn û serdan kirina aliyên têkildar yên hiûkmeta Îraqê û nivîsîngeha saziya tendirostiya cîhanî WHO li Îraq û herêma Kurdistanê, Konsulusxane û nuneratiyên welat û saziyên navnetewî ku hevkarî û piştîvaniya hewlên hikûmeta herêma Kurdistanê bikin bo rûbirû bûna Koronayê.

Heft: Berdewam bûna qedexeya hatûçû di navbera parêzgeh û îdareyên serbi xwe yên herêma Kurdistanê û tundtir kirina rêkarên xweparêziyê û qedexeya ku di navbera herêma Kurdistan û parêzgehên Îraqê de heye û pîwerdar kirina her du wezartên pêşmerge û navxwe bo rêkxistina kar kirina hêzên pêşmerge û hêzên asayîşê bi taybetî ewin ku şêniyên derveya cîhên karên xwe ne bi awayek ku bikaribin kêmtir hatûçû bikin bo ku kêmtir berketin hebe, lazime heman rêkar were cîhbicîh kirin ji aliyê wezaret û aliyên din bo karmendên xwe û wezaretan ku şêniyên derveya cîhên karên xwe ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.