Piştî ku îro 26 welatî li bajarê Koyeyê bi Koronayê ketin, biryara qedexeya hatûçûyê li vê bajarê hate ragihandin.
Di vê derbarê de Qayîmiqamiya Koyeyê belav kiriye ku piştî şewirê li gel aliyên têkildar yên tendirostî û wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê, biryar hatiye dayîn daku li Koyeyê qedexeya hatûçû were ragihandin.
Ev qedexeya han seat 6ê êwara îro çarşem destpê dike û heta seat 12ê şevê ya roja 13ê Hezîranê berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin