Serokatiya parlementoya Kurdistanê îro çarşem belav kir ku heta du hefteyan tevahiya çalakiyên xwe rawestandiye.
Di daxuyaniya Serokatiya parlementoyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku cerbandinên nûjdariyê bo parlementer û tevahiya karmendên parlementoya Kurdistanê hatine kirin.
Di encama wan cerbandinan de derketiye ku Parlementerek û 3 karmendên parlementoyê bi Koronayê ketine.
Serokatiya parlementoyê diyar kiriye ku bi mebesta cîhbicîh kirina şîretên tendirostî biryar daye heta du hefteyan tevahiya çalakiyên xwe rawestîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin