QSD’ê di pêngava tunekirina terorê de gelek çek û cebilxane desteser kirin

pêngava yekem îro bi dawî hatiye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de şervanên QSD`ê li gundewarên Dêrazorê û Hesekê gelek çek û cebilxane desteser kirin.

QSD`ê li ser banga rûspiyên eşîrên herêmê di 4’ê Hezîranê de dest bi Pêngava Tunekirina Terorê li gundewarên Dêrazor û Hesekê kir.

Îro şervanên QSD`ê bidawîkirina merheleya yekemîn ragihand, her wiha şervanan gelek çek û cebilxane desteser kirin û 110 kesên gumanbar û çeteyên DIŞI’ê girtin.

Ji fermandarên QSD`ê Sason Tolhildan ji ANHA`yê re ragihand ku di encama Pêngava Tunekirina Terorê de wan bi dehan şaneyên çeteyên DIŞI`ê girtine.

Sason Tolhildan got gelek çek, cebilxane û madeyên teqîner ku çeteyan li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar dianîn, desteser kirine. Sason Tolhildan da zanîn ku ev cebilxaneyên hatine desteserkirin beşek ji teqemeniyan e, beriya niha hejmareke mezin ji teqemeniyan radestî aliyên peywendîdar kirine û yên niha heyî dê radestî aliyên peywendîdar bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.