Li Helebê şereke dijwar diqewme

li Îdlibê jî amadekariyên şer tên kirin
کوردستان TV
100%

Şer di navbera hêzên rejîmê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve destpê kiriye.

Jêderên ji herêmê belav kirin ku ev du roje şereke dijwar li Helebê di navbera cîhadî û çekdarên ser bi Tirkiyeyê û hêzên rejîmê destpê kiriye.

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê ve hatine belavkirin, beriya du rojan dema hêzên rejîmê xestine li Rojavayê Helebê li derdora Kefer Eme pêşrewiyê bikin, şer di navbera wan û cîhadiyan de derketiye û şer hîn jî didome.

Derbarê zirarên şer de ti zaniyarî nehatine weşandin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li Îdlibê jî rewş aloze, hêzên rejîmê li gel hêzên Rûsî ji aliyekê ve û Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê jî ji aliyekê din ve amadekariyên şereke mezin dikin û her du alî hêzên xwe li deverê zdêetir kirine.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî jî Rûsye çend balefirên şer bo piştgîrî kirina hêzên Sûrî şandibû Sûriyeyê.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.