Pêngava dudiyan ya qut kirina elektirîka qaçax destpê kir

vê kesên ku elektirîka qaçax bikar anîne werin cezakirin
کوردستان TV
100%

Îro pêngava duyem ya qut kirina elektirîka qaçax li sînorê parêzgeha Hewlêrê destpê kir.

Li gor daxuyaniya qayimqamiya Hewlêrê, hemleya qut kirina elektirîka qaçax ku di mehên destpêka ya sala 2020an destpê kiribû, jiber derketina Koronayê hatibû rawestandin. Lê îro duşem careke din ev hemleya han destpê dike.

Hemleya han yaku bi pêngava duyem tê binavkirin li sînorên şaredariya 3 ya Hewlêrê destpê dike û ev kargeh, dikan, mal û cîhên ku bi qaçax elektirîk ji xwe re rakêşane, tên cezakirin û elektirîka wan jî tê qutkirin.

Di pêngava yekem de elektirîka gelek cîhan hatibû qutkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.