Di nava 6 rojan de 200 kes bi Koronayê ketine

350 berketî jî di malên xwe de hatine qerentînekirin
کوردستان TV
100%

Li Amedê niha 350 kesên din jî li mal di qerentîneyê dene.

Li gor zaniyariyên berdest, li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê, di nava 6 rojan de bi giştî 200 welatî bi Koronayê ketine û niha li nexweşxaneyan de tên dermankirin.

Ev 200 welatî ewin ku serî li nexweşxaneyê dane û bo dermankirinê li nexweşxaneyê hatine razandin.

Herwiha hate zanîn niha li Amedê bi giştî 350 kesên din yên ku bi Koronayê ketine di nava malên xwe de di qerentîneyê dene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.