Welatiyeke Kurd hate kuştin

di nava du rojan de du welatî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîma Îranê gole li ser vî reşandine.

Li gor zaniyariyên berdest, welatiyeke Kurd yê bi navê Şaram Mistefapûr, şêniyê devera Tirgever ya ser bi Urmiyeyê beriya çend rojan rastî êrîşa hêzên rejîmê hatiye.

Ajansa Kurdpayê belav kir ku Mistefapûr beriya du rojan rastî êrîşeke çekdarî ya çekdarên rejîma Îranê hatiye, di encama êrîşê de birîndar bûye û bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin lê rixmî mudaxileyên nûjdarî, nav hatî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku duhê di encama êrîşa çekdarên rejîmê ya bo ser Kolberên Kurd li Serdeştê, Kolbereke din bi navê Omer Meslehetîfer ku xelkê Serdeştê ye canê xwe ji dest daye û du kolberên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.