Li Hemayê 9 çekdarên din yên Îranî hatine kuştin

êrîş duhê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşa balefirên Îsraîlê de herî kêm 9 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin.

Di vê derbarê de nêrîngeha mafên mirovan ya Sûrî belav kir ku duhê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser navendeke hevbeş ya leşkerî ya Îran û rejîma Sûrî li Hemayê kirine.

Di encama êrîşa han de herî kêm 9 çekdarên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn rixmî hebûna pergala berevanî ya li Sûriyeyê, lêbelê balefirên Îsraîlî bi awayekî rojane êrîşî ser pêgehên leşkerî yên çekdarên ser bi rejîma Îranê li deverên curbicur yên Sûriyeyê dikin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.