Di nava du rojan de li Rojhilatê Kurdistanê 3 karker canê xwe ji dest dan.
Li gor zaniyariyên berdest, êwara roja pêncşemê, du karkerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di dema kolîna bîrê de canê xwe ji dest dane.
Ev her du welatî dema xwestine bîreke avê lêdin, jiber bê oksîjeniyê canê xwe ji dest dane, yek ji wan xelkê Bûkan û ewê din jî xelkê Seqizêye û her du jî bavê zarokanin.
Ji aliyeke din ve ajansa kurdpa jî belav kir ku duhê înê li bajarê Ciwanro karkereke din yê Kurd jiber ketine erdê, canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin