Hemleya tunekirina terorê derbasî bakur rojhilatê gundewarê Dêrazorê bû

ev sê roje ev operasiyon destpê kiriye
کوردستان TV
100%

QSD`ê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê hemleya Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DIŞI`ê dewam dike.

QSD`ê oparasyona paqijkirinê ya li gundewarê başûrê kantona Hesekê bi dawî kir û berê xwe da gundewarê bakurê rojhilatê Dêrazorê.

Hemleya gundewarê navçeya Siwer a rojhilatê Dêrazorê di roja sêyem de berdewam e.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, ji roja yekê ya hemleyê heta niha herêmek bi dirêjahiya 70 km hatiye paqijkirin û 30 çete hatin girtin.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.