Reuters: Amerîka dê ji Almanya bi qasî 10 hezar leşkerên xwe vekişîne

vê hinek ji wan li welatên din werin bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dê ji Almanya bi qasî 10,000 leşkerên xwe vekişîne.

Reutersê ji zarê karbidestekî payabilind yê Amerîkî dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ferman daye Pentagonê ku leşkeran vekşîne.

Wî karbidestî da zanîn ku 9,500 leşker dê li Polonya û welatên din yên hevalbend werin bi cîh kirin û hin ji wan jî dê vegerin Amerîka.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) di rojên borî de dabû zanîn ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî Robert O’Brien biryarnameya ser vekişandina leşkeran îmza kiriye.

WSJ dîyar kiribû ku vekişandina leşkeran dê di meha Îlonê destpê bike û li Almanya dê 25,000 leşkerên Amerîkî bimînin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.