Sîstanî daxwaz ji Îraqiyan dike pêbendî şîretan bin

dibêje giringî bi tendirostiya xwe bidin
کوردستان TV
100%

Piştî zêde bûna hijmara kesên ku li Îraqê bi Koronayê dikevin, oldarê şîeyan, Elî Sîstanî peyamek pêşkêşî welatiyên Îraqê kir.

Sîstanî di nameya xwe de behsa vê yekê kiriye ku Korona li Îraqê bi taybetî li Bexdayê zêde bûye lewre daxwaz ji welatiyan dikim, pêbendî şîretên tendirostî bin, ji mal dernekevin, û nêzî hev jî nebin.

Sîstanî herwiha daxwaz ji xelkê kiriye giringî bi tendirostiya xwe û şîretên xweparastinê yên ji aliyê wezareta tendirostî ve hatine belavkirin bidin.

Weke tê zanîn rojane li Bexda û bajarên din yên başûr û naverasta Îraqê herî kêm hezarkes bi Koronayê dikevin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.