Civata wezîran du proje qanûn pejrand

diyalog li gel hikûmeta nû jî berdewam dibe
کوردستان TV
100%

‎Îro civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsand;

Îro çarşem 3/6/2020 me gerînendetiya civîna civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û di civînê de me behsa zêde bûna metirsiyên Korona û zêde bûna hijmara berketî û qurbaniyên Koronayê kir û bi navê civata wezîran sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên Koronayê kir û hêviya bilez baş bûnê jî bo wan kesan xwest ku bi Koronayê ketine.

Herwiha spasiya welatiyan jî hate kirin ku pêbendî tedbîrên tendirostî yên xweparêziyê bûne.

Me di civînê de ev yek ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser stendina her cure tedbîrek bo parastina selametiya welatiyan û ti kêmanî û kêmasiyek jî nehatiye kirin û her tiştek ku lazim bûye hatiye kirin û niha jî berpirsiyartiya sereke dikeve stûyê xelkê bo parastina xwe, welatî û civakê.

Behsa vê yekê jî hate kirin ku hikûmet dixwaze di domandina tedbîrên tendirostî de rewşa jiyana xelkê li berçav derbaz bike û zirar ber xelkê nekeve, lê mixabin hinek xelk dixwaze ev babeta han ku raste rast têkildarî jiyan û tendirostiya xelkê ye, bi siyasî bike û goman li ser hebûna metirsiyên vîrosê çê dikin hana xelkê didin pêbendî şîretên tendirostî nebin, ji ber vê yekê vê ev kesên han rûbirûyê qabûnê werin kirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê yaku biryare vê mehê destpê bike û herêma Kurdistanê jî tê de beşdare, hate kirin û biryar hate dayîn daku Serokê dîwana Serokatiya herêmê nûneratiya herêmê di prosesa diyalogê de bike.

Di berdewamiya civînê de Cîgirê Serokwezîr raportek derbarê naveroka danûstandina şanda bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal pêşkêş kir û balkêşande ser vê yekê ku danûstandin li gel hikûmeta nû ya Îraqê berdewam dibe bo çareser kirina kêşeyên taybet bi petrol û darayî li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê.

Pişt re raporta komîteya bilind ya reforman ya derbarê wenêrîn kirin bo pêngavên wezaret û aliyên têkildar bo cîhbicîh kirina proje qanûna reforman hate xwendin û hate diyarkirin ku di vê warê de pêngavên baş hatine avêtin û rêçik, mekanîzim û bernameya navxweyî hatiye amadekirin.

Di dawiya civînê de her du proje qanûnên maf û erkên nexweş li herêma Kurdistanê û li estû kirina fermanberan li herêma Kurdistanê bi piraniya dengan hatin pejrandin.

 

 

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.