NASA hayedarî dide cîhanê

leza vê 11/1 km di yek saniyeyê deye
کوردستان TV
100%

Ajansa valatiya asmanê ya Amerîkayê yaku bi NASA tê nasîn derbarê ketina berdek ji asmanê bi erdê hayedarî da cîhanê.

Li gor daxuyaniya ajansa lêkolînên valatiya asmanê ya Amerîkayê (NASA) berdeke mezin ku mezinahiya vê 250 heta 270 metreye nêzî cîhanê dibe.

NASA eşkere kiriye ku ev berda han metirsiyeke mezine bo ser cîhanê.

Li gor daxuyaniya NASAê tê payîn ku îna pêşiya me ev berda han eger nekeve ser erdê vê gelek nêzî erdê bibe û derbaz bibe.

Pspor behsa vê yekê dikin ku ev berda han di saniyeyê de 11/1km dipîve û gelek bilez derbaz dibe.

Ev berda han yaku di sala 2002an de hatiye dîtin bo ku yek car bi dor roj (xor) de bizivre pêdiviya xwe bi pîvaneke demi bi qasî 300 rojên cîhanê heye.

N: E. G

Gerrîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.