Xelk êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îranê kir

hêzên çekdar gef li şêniyên gundê kirine
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekarî yên Îranê êrîşî ser gund kirine.

Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê sêşem, hijmareke zêde çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser gundê  Çeko ya ser bi bajarê Serdeştê kirine.

Hêzên çekdar yên Îranê xwestine dest bi ser kelûpelên kasibkar û kolberên Kurd yên şêniyên vê gundê de bigirin.

Lê belê xelkê gundê bersifa êrîşê dane û li gel hêzên çekdar yên rejîmê şer kirine.

Şer û pevçûn bêyî ti zirarên canî li pey hebe bi dawî hatiye, şênî rê nedane dest bi ser tiştekê de were girtin lê hêzên leşkerî gef li şêniyên gundê kirine û gotine vê dev ji wan ber nedin û bi rêyên qanûnî hesabê ji wan bipirsin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.