Operasiyona berfire ya artêşa Îraqê yaku duhê li Kerkûkê li dijî terorîstên DIŞIê destpê kiribû, îro jî didome.
Li gor jêderên leşkerî yên Îraqê operasiyona ku duhê li 5 mihwerên Kerkûkê li dijî DIŞIê destpê kiribû, îro jî didome û rixmî Kerkûkê, li hin navçeyên parêzgeha Selahedînê jî ev operasiyon didome.
Weke tê zanîn ev demêke ku terorîstên DIŞIê liv û tevgerên xwe li deverê de zêde kirine û rojane êrîşî ser artêşa Îraqê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin