Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê li Iraqê kir

li ser rewşa deverên Kurdistanî yên dagîrkirî nîqaş kirin
کوردستان TV
100%

Îro sêşem 02.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li Baregeha xwe ya li Pîrmamê pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Amerîkayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa dubare zêdebûna kiriyên DIŞIê yên li deverê kirin û balkêşandine ser kêşe û aloziyên heyî yên li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.

Di dawiya civînê de Tueller rola Serok Barzanî ya bo çareser kirina kêşeeyan û dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan li Kurdistanê de bilind nirxand.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.