Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya kir

behsa bihêz bûna DIŞIê li deverê de kirin
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro sêşem 02.06.2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya James Thornton Konsulusê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton kir.

Di hevdîtinek da pêşhatên dawî û geşkirina pejika virusa Korona û rêkarên rûbirûbûna wê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê û bandor û encamên wê û hemû aliyên wê, bi taybetî li ser rewşa aborî, hate guftûgo kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku rewşa welat dixwazê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bêne çareser kirin û hêvî xwest li gel Hikûmeta birêz Mistefa Kazimî li ser bingeha destûrê bigihin çareseriyê.

Bihêzbûn û êrîşên terorîstên DIŞIê mijareke dinê hevdîtinê bû ku têda tekez li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmeke hevkarî û hemahengiya rûbirûbûna vê metirsiya ciddî ya li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal da kirin.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê giştî yê Brîtanya li Hewlêr xwesta Şahnişîna Yekgirtî ya ji bo parastin û rêdana bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û hêvî xwest kompanyayên Brîtanî bikarin li Herêma Kurdistanê derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariyê bi dest ve bînin û li bingeh û warên cûda cûdayên din da kar û hevbeşiyê bikin.

Bernameya kar ya Hikûmeta Iraqê û tekez kirin ku her dû alî li piştgîriya ji bo birêz Serok Wezîr Kazimî, rewşa navxweya Herêma Kurdistan, berdewamiya proseya çaksazî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngiyeke hevbeş bûn, beşeke dinê vê hevdîtinê bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.