Di encama topbaran kirina gundewarên derdorê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, agir bi malên welatiyan ketiye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê çend gundên derdorê Til Temirê bi tundî bordiman kirine û di encama bordimanê de agir bi zeviyên çandiniyê û malên welatiyan ber bûye.
Heta dema amade kirina vê nûçeyê, agir nehatibû temirandin û derbarê zirarên canî anjî zirarên madî de zaniyarî jî nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin