Protestoyên bo George Floyd didomin, li Chicago du kes hatin kuştin

komîteya lêkolînê jî dibêje Floyd jiber xendiqandinê canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li herêma Cicero ya Chicago ya Amerîka, du kes di protestoyên bo George Floyd de hatin kuştin.

Karbidestên Cicero didin zanîn ku bi kêmî ve 60 kes di protestoyan de hatine desteser kirin.

Li gor ragihandina wan, jiber talanbûna dikanên li herêmê polîsên eyaleta Illenoisê jî hatine alîkarîyê.

Polîsên Cicero bang li xwecihên herêmê dikin ku ji malê dernekevin.

Her çiqas li jimareke bajaran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî protesto ranewestîyane.

Medya Amerîkî dîyar dike ku di protestoyên li seranserê Amerîka de bi kêmî ve pênc kes hatine kuştin.

George Floyd yê reşik hefteya borî li Minneapolisê dema ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû û Amerîkîyan bo wî dest bi protestoyan kiribûn

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.