Li Îraqê rojane 1000 kes bi Koronayê dikevin

aliyên têkildar gazindan ji xelkê dikin
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kir ku, li gor encamên cerbandinên meydanî yên ku bo diyar kirina Koronayê tên kirin, hijmara kesên ku li Îraqê bi Koronayê dikevin roj bi roj zêdetir dibe.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku di  encama wan cerbandinên meydanî de rojane hezar kes bi Koronayê dikevin û ragihandina qedexeya hatûçûyê bo diyarkirina kesên berketî gelek başe.

ji aliyeke din ve aliyên têkildar jî gazindan ji xelkê dikin û dibêjin xelk pêbendî şîretên tendirostî nabe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.