Li devera Dûbiz terorîstên DIŞIê agir berdan zeviyên çandiniyê yên Cotkarên Kurd.
Li gor zaniyariyên berdest, îro duşem hijmarek terorîstên DIŞIê li sînorê qezaya Dûbiz ya ser bi Kerkûkê ve, agir bi zeviyên çandinî û genimên Cotkarên Kurd berdane.
Di encama bûyerê de zeviyên sê gundên deverê bi temamî hatine şewitîn û zirarên gelek mezin bi Cotkarên Kurd ketiye.
Weke tê zanîn ku ji destpêka demsala gehêştina genim û berhemên dinyên çandiniyê li deverê de, terorîstên DIŞIê û car car jî çekdarên heşda şebî bi zanebûn agir bi berhemên Cotkarên Kurd ber didin û heta niha gelek zeviyên Cotkarên Kurd jiber wan bûyeran hatine şewitandin û hikûmet û hêzên ewlekarî yên Îraqê jî yên ku lazime ewlekariya welatiyan biparêzin li ser vê mijarê bêdengin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin