Li gor zaniyariyên ku ji jêderên li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, duhê yekşem çalakvanekî Kurd xelkê Kirmaşanê li Tehranê hatiye girtin û bo girtîgeha Ewin ya li Tehranê hatiye veguhastin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku ev çalakvanê Kurd navê xwe Seîd Îqbaliye û nav hatî beriya niha ji aliyê dadgeha Şoreşa Îranê ya li Tehranê bi tawana propagende dijî rejîma Îranê bi 6 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
Seîd Îqbalî duhê li Tehranê hatiye girtin û bo girtîgeha Ewînê hatiye veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin