Li gor zaniyariyên berdest 6 girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê bi Koronayê ketine.
Ajansa Kurdpa belav kir ku ev 6 girtiyên Kurd yên ku li girtîgeha Urmiyeyê de bi Koronayê ketine, bo derman kirinê bo nexweşxaneya Urmiyeyê hatine veguhastin.
Piraniya wan girtiyên ku bi Koronayê ketine, girtiyên siyasî yên Kurdin û yek ji wan girtiyan piştî wergirtina çareseriya nûjdarî rewşa vî baş bûye û dîsa bo girtîgehê hatiye veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin