Bo giftûgo li gel YNK raportek tê amade kirin

dibêje emê bo danûstandinê li gel YNKê raport amade bikin
کوردستان TV
100%

Endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Cefer Emînkî ragihand ku bo giftûgo kirin li gel YNKê me biryar daye daku raportek were amadekirin.

Cefer Emînkî diyar kir ku niha çend rayedarên PDKê bo amade kirina raportek hatine pîwerdarkirin û piştî ev raport hate amadekirin vê mekteb siyasiya PDKê nîqaşan li ser raportê bike.

Piştî bi dawî hatina nîqaşên mekteb siyasî, vê dema civîna navbera PDK û YNKê were diyarkirin û PDK li gor raporta amadekirî li gel YNKê giftûgo dike.

Emînkî anî ziman ku nabe rewşa heyî bi vê awayî berdewam be, hinek alî di hikûmetê de beşdarin û hinek alî jî biryar dan opozîsyon bin, lê ti aliyek nikarî erkê xwe weke pêwîst bicîh bîne, û herwiha nabe, rewşa niha wisa bidome û bi du rêbazên cuda danûstan li gel Bexdayê were kirin û zaniyariyên şaş ji Bexdayê re werin dayîn.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.