Sibê salvegera damezrandina Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê ye û jiber vê yekê partiya demorkata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNKê kir.
PDK di peyama xwe de rixmî pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe, hevdem daxwaz kiriye daku aliyên siyasî yekgirtî û yekdeng bin daku bikaribin destkeftên gelê Kurd biparêzin.
PDKê herwiha eşkere kiriye ku niha Kurdistan û dever di nava rewşeke dijwar û hesas daye û guhertinên mezin li holêne lewre lazime Kurd jî bi yekdengî û yekhelwestî xwe bo pêşerojê amade bikin û bikarêbin berevanî ji destkeftên gelê Kurdistanê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin