Li Xormatu îro hijmareke zêde dikandar û kasibkarên Kurd yên şêniyên vê bajarê dest bi xwepîşandaneke berfire kirin.
Dikandar û kasibkarên Kurd behsa vê yekê dikin ku piştî bi dawî hatina dema qedexeya hatûçûyê, hêzên ewlekarî yên li deverê rê nadin ku kasibkar û dikandarên Kurd dikanên xwe vekin.
Kasibkar û dikandarên Kurd dibêjin ku kasibkarên ereb û tirkmanên deverê dikanên xwe vekirine û karên xwe dikin lê hêzên ewlekarî tenê rê bi Kurdan nadin ku dikanên xwe vekirin.
Welatiyên Kurd daxwaz kirin ku rê ji wan re were dayîn daku ev jî dikanên xwe vekin û karên xwe bidomînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin