Artêşa Misirê belav kir ku di encama operasiyonên artêşê de li bakûrê Parêzgeha Sîna 19 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya artêşa Misirê, hêzên artêşê li bakûrê Parêzgeha Sîna ya li bakûrê vê welatî li dijî terorîstên DIŞIê çend operasiyon li dar xistine û di encama wan operasiyonan de bi giştî 19 terorîst hatine kuştin.
Di heman daxuyaniyê de behsa zirarên artêşê jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku di operasiyonan de bi giştî 5 leşkerên Misirî jî hatine kuştin.
Weke tê zanîn Parêzgeha Sîna ya li bakûrê Misirê bûye weke navenda DIŞI û çekdarên din yên radîkal û rojane êrîşî ser hêzên leşkerî yên Misirê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin