Şeva derbazbûyî artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bo ji nav birina genima Cotkarên Kurd, embarên geniman topbaran kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ji bilî ku bi topbaranên xwe hewl bo şewitandina genimên Cotkarên Kurd yên di nava zeviyan de didin, hevdem êrîşî ser embarên geniman jî dikin.
Di vê çarçoveyê de şeva derbazbûyî artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê embarên genimê yên li Eyn Îsayê bi tundî topbaran kirin.
Heta niha zaniyariyên piştrast kirî derbarê zirarên topbaranê de nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin