Êrîş kirine ser Kolberên Kurd bi awayekî rojane li ser sînoran didome.
Li gor zaniyariyên berdest di nava 4 rojan de bi giştî 4 Kolberên Kurd di encama êrîşên çekdarên ser bi rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin.
Ajansa Kurdpa belav kir ku êwara roja pêncşemê 3 Kolberên Kurd li sînorê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de hatine birîndarkirin.
Herwiha roja înê jî li devera Çoman ya li sînorê Baneyê Kolbereke din yê Kurd di encama êrîşa raste rast ya çekdarên Îranê de birîndar bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin