Trump: Cîhan jiber xemsariya Çînê êşê dikişîne

dibêje lazime Çîn xwe berpirsiyar bizane
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump, Çîn careke din jiber belavbûna vîrusa korona tawanbar kir.

Trump li Qesira Sipî diyar kir ku cîhan jiber ‘’xemsarî’’ya Çînê êşê dikişîne.

Trump got: Çînê rê li ber belavbûna vîrusa korona vekir û wê pirtir ji 100,000 Amerîkî kuştin.

Wî da zanîn ku Çînê li ser Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) zext çêkiriye ku ser vîrusa korona agahîyên şaş belav bike û got ku ewê peywendiyên bi wê rêxistinê re qut bikin.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka 102,516 û li Çînê 4,638 kes kuştine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.