Li kampa Holê dîsa penaberek hate kuştin

penaberê ku hatiye kuştin Îraqiye
کوردستان TV
100%

Îro di saetên sibê de penaberekî ji Iraqê di kampa Holê de hat kuştin.

Der barê bûyerê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên taybet ku parastina kampê dikin, cenazeyê penaberekî  Îraqî li pêşiya konê wî di kampa Holê de dîtine.

Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de ji ANHA`yê re ragihand ku îro di saetên sibê de hêzên ewlekariyê cenazeyê penaberê iraqî yê bi navê Abdullah Hemed El-Mihemed (60) di beşa yekem a kampê de dît û penaber ji serê xwe rastî lêdanê bi amûreke hişk hatibû û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Zêdetirî 67 hezar kes ji penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê, her wiha malbatên çeteyên DIŞI`ê tê de dijîn

Ji 23`yê Adara 2019`an de dema têkbirina çeteyên DIŞI`ê bi destê QSD’ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevlihevî û bêaramî û bûyerên kuştin û hewldanên revê li kampa Holê dubare dibin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.