Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê şaredariya Amedê û Parlementerê berê yê HDPê Osman Baydemîr hevpeyvînek daye medyaya Brîtanî û Rexene jî li HDPê dike.
Baydemîr eşkere kiriye ku dewleta Tirkiyeyê dewleteke dagîrkere, ti revayiya xwe nemaye û ev dewleta han nayê demokratîzekirin lewre lazime were hilweşandin.
Baydemîr eşkere kiriye ku hinek alî siloxana Komara demokratîk davêjin, û xebata xwe li gor vê yekê dimeşînin, ev yek pêk nayê û kes nikare dewleta Tirkiyeyê demokratîze bike.
Baydemîr tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime Kurd vegerin ser koka xwe ya netewî û kar bo daxwaz û mafên xwe yên netewî bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin