Fermandarê nû yê operasiyonên Bexdayê hat diyar kirin

fermandarê berê bi nesaxiyê ketiye
کوردستان TV
100%

Fermandarê berê yê operasiyonên Bexdayê rastî nesaxiyê hatiye.

Di vê derbarê de Peyvdarê Fermandariya giştî ya hêzên çekdar yên Îraqê Yehya Resûl diyar kiriye ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku hevdem Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê ye, Fermandareke nû bo operasiyonên Bexdayê diyar kiriye.

Resûl eşkere kir ku piştî têk çûna rewşa tendirostî ya Fermandarê berê yên operasiyonên Bexdayê, duhê bi şev Serokwezîrê Îraqê keseke nû bi navê Qeyis Mehmedawî weke Fermandarê giştî yê operasiyonên Bexdayê diyar kiriye.

Beriya du rojan Fermandarê berê yê operasiyonên Bexdayê Ebdulhusên Temîmî bi nexweşiyê ketibû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.