Serok Barzanî bi minasebeta 44mîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek pêşkêş kirk u ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di salvegera Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo rol, ked, koçberbûn û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê kirin û dîrok û şanaziyê ji bo gelê Kurdistanê afirandin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû Şehîdên Kurdistanê.
Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa mezin ya Eylûlin bû û yek ji wan qonaxên girîng yên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû ku isbat kir eger di qonaxek de xebata gelê Kurdistanê rastî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê tu demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serîhildide.
Peyama Şoreşa Gulanê ku di bîst û şeşê Gulana 1976 da destpê kir, peyama domandin, berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewa yên gelê me bû û berdewamiya şoreşên din yên gelê Kurdistanê bû.
Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperî, federalî, pir alî, hilbijartin, damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêk hatine.
Di bîranîna 44mîn salvegera Şoreşa Gulanê de tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikin û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikin ku şoreş, xebat, qurbanîdana wan bê encam nabe..
Mesûd Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin