Cîhadî û artêşa Tirkiyeyê 30 welatiyên din yên Kurd refandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin
کوردستان TV
100%

Komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê duhê 30 welatiyên Kurd li Hesekê refandine.

Li gor nûçeyeke ajansa SANA ya Sûrî, duhê di yekem roja cejnê de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, li gundê Til Helef û derdorê ya ser bi Hesekê ve, 30 welatiyên Kurd refandine.

Heta niha derbarê çarenivîsa wan welatiyên Kurd de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve piştî dagîr kirina hin deverên li bakûrê Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî rojane welatiyên Kurd direfînin û bo azad kirina wan daxwaze pereyan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.