Li gor zaniyariyên berdest bi meha Remezanê de li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê 8 çalakvanên olî yên sune hatine girtin.
Li gor nûçeyeke ajnasa kurdpayê, ji destpêka meha Remezanê ve hate cejna Remezanê, hêzên îtlaata Îranê, çend car li dijî çalakvanên olî yên sune yên Kurd operasiyon lidar xistine û 8 çalakvanên olî yên Kurd biçav kirine.
Piraniya çalakvanên girtî di çarçoveya mizgefta Îbrahîm Xeyrulah de kar kirine û beşek ji wan jî di nava mizgeftê de hatine girtin.
6 ji wan çalakvanan bi danîna kefaletê hatine berdan lê du ji wan hîn jî girtîne û sedema girtina wan jî heta niha ne hatiye diyarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin