Li cîhanê 340 hezar kes canê xwe ji dest dane

Korona hîn jî metirsiye bo ser cîhanê
کوردستان TV
100%

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane 340,000 derbaz kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 343,617 kes bi vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 1,600,000 kes bi vîrusa korona ketine û 97,495 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 36,875 mirinên jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 32,785 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha pirti rji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,638 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.