Amerîka gefan li Çînê dike

dibêje emê dorpêçan bisepînin
کوردستان TV
100%

Amerîka dibêje li hember proje qanûna taybet ya Çînê bo Hong Kongê bêdeng nabe.

Kanala NBC ya Amerîkî belav kir ku Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Robert O’Brien diyar kiriye ku Amerîka bi ti awayî li hember proje qanûna taybet ya ewlekarî ya bo Hong Kongê yaku ji aliyê Çînê ve hatiye amadekirin bêdeng nabe û cîhbicîh kirina vê projeyê bibe sedem daku Amerîka ceza û dorpêçên din yên giran bi ser Çînê de bisepîne.

Brien herwiha eşkere kiriye ku Çîn dixwaze bi rêya vê proje qanûnê Hong Kongê kontrol bike û Amerîka rê nade vê yekê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.