Di 24 seatên dawî de 8 kesên din canê xwe ji dest dane
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê rojane hijmara wan kesan ku bi Koronayê dikevin û jiber Koronayê canê xwe ji dest didin, zêde dibe.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 8 kesên din bi Koronayê ketine û bi vê awayî hijmara wan kesên ku heta niha li Îraqê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane bûye 160 kes.
Wezaretê diyar kiriye ku niha li Îraqê bi gştî 4 hezar û 469 welatî jî bi Koronayê ketine û heta niha bi giştî 2 hezar û 738 kes ji Koronayê rizgar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin